Li Amedê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qewimîn: 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Bağlara Amedê, di encama lihevqesirîna otobusa rêwiyan û otomobîlekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li çer Xerabeya 5an a niştecihên TOKÎ ya Oğlakliyê ya li navçeya navendî ya Bağlarê qewimî. Otobusa rêwiyan a aîdî Şaredariya Bajarê Mezin û otomobîleke ku navê şofêrê wê nehat zanîn li hev qesirîn.
Di qezayê de, 7 kesên ku di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û tîmên cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Ji birîndarên ku bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, 2 kesan tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan.
Dermankirina 5 birîndarên din berdewam dike.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.



Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.