Li Amedê teqîn: 7 mirî 27 birîndar
Li navçeya Baglara Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de êrîşa bombeyî hat kirin. Gor agahiyên herî dawî yên ku hatine bidestxistin 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin ev êrîş di Taxa Bagcilara Baglarê de di derdora otogara Diyarbekirê de hat kirin. Di encama vê teqînê de gor agahiyên ku ne resmî ne 7 polês jiyana xwe ji dest da û Walîtiya Diyarbekirê jî ragihand ku 27 kes jî birîndar bûne.
Di dema derbasbûna wesayîta polêsan de bi înfilaq kirina wesayîta bombeyî ya ku di halê parqê de bû teqînekê gelek mezin qewimî. Gor agahiyên 27 kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê gelek wesayîtên polêsan çûn ciyê bûyerê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.