Li Artukluyê qeza: Miriyek

Li Artukluyê qeza: Miriyek

Di qezaya ku li Artukluya Mêrdînê qewimî de kesek mir, yek jî birîndar bû.

Li Mêrdînê nêzê Zanîngeha Artukluyê wesayîtekê qilopanî bû. Di encama qilopanîbûnê de kesek mir yek jî birîndar bû.

Gor agahiyên hatine bidest xistin li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê wesayîta ku pleqeya wî 44 PT 325 bû di nêzê Dêma Zanîngeha Artukluyê ji ber ku ajovan hakîmîyeta xwe winda kir wesayît ji kontrolê derket û teqle avêt.

Di encama qezayê de Nurettîn Ayaş jiyana xwe ji dest da. Mehmet Şîrîn jî birîndar bû. Şîrînê k udi wesayîtê de şidiyabû ji teref tîmên vekûjê ve hat derxistin. Dûvre Şîrînî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Di derbarê qezayê de tehqîqat hat dest pê kirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.