Li Avcilarê Bihura Ser Rê Ket Xwarê
Li Avcilara Stenbolê, serbihureke li ser rêya D-100ê ji ber lêqewimîna tankêrekê ket xwarê. Di hedîseyê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Li Avcilara Stenbolê serbihureke li ser rêya D-100ê, ji ber lêqewimîna tankêrekê ket xwarê.
Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê yên Stenbolê beyan kir ku tankêr li serbuhirê qelibî û ji lew serbuhir tep bû. Di vê heyamê de hinek wesaîtên ku di rê re derbas dibûn di bin serbihurê de man. Li gor agahiyên ewil di qezayê de kesek mir û yek jê şofêrê tankêrê 4 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran got ku piştî qezayê gelek ambulans, agirkuj û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê.
Pey qezayê rêbejahiya E5ê ji her dû hêlan ve ji trafîkê re hat girtin. Seferên metrobusê jî ji aliyê Avcilar-Beylîduzuyê ve hatin betalkirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.