Li bakurê Helebê şer germ e
Li bakurê bajarê Helebê li çend bajar û şaregundan şer di navbera Artêşa Sûrî ya Azad û hêzên rejîmê û artêşa Sûrî de ranaweste, hevdem êrişên artêşa Sûriyê bi ser çend bajarokan de berdewam in.
Hewlêr, 29 Sibat (AKnews) – Li bakurê bajarê Helebê li çend bajar û şaregundan şer di navbera Artêşa Sûrî ya Azad û hêzên rejîmê û artêşa Sûrî de ranaweste, hevdem êrişên artêşa Sûriyê bi ser çend bajarokan de berdewam in.
Desteya Şoreşa Sûriyê li Heleb û derdora wê di beyanameyekê de diyar kir ku bajaroka Ezaz ya li bakurê bajarê Helebê îro çend caran hate bombebarankirin û her wiha bajarokê bi ser wê ve wek Minx, Extrîn hatin bombebarankirin.
Her wiha Desteya Şoreşa Sûriyê tekez kir ku bajarê Ezazê yê di sînorê Efrînê de 4 roj in tê bombebarankirin û jimareyek mezin ji daniştiyên wê ji bajêr direvin.
Weku di beyanameyê de hatiye gotin; Êrişên îro, weku berteka êrişa Artêşa Sûrî ya Azad in, ku vê sibê êriş bir ser firokxaneya Minx ya leşkerî û di encamê de 3 helîkopter teqandin û agir berdan çend enbarên sûtemeniyê jî.
Beyanameyê her wiha da zanîn ku şaregundê Etarib (35 rojavayê Helebê) îro, ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat bombebarankirin û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.
Ji aliyekî dî ve rojnamegerê kurd Jiyan Efrînî ji AKnewsê re got “Ev çend roj in, rêyên herêma Efrînê yên berev bajarê Helebê girtî ne û çûnûhatin di navbera Efrînê û bajarokên derdorê de rawestiye.
Herwiha Efrînî daxuyand ku bi giştî kareba nîne û sûtemenî bi zehmetî peyda dibe û hêlên gihandinê bi berdewamî li parêzgeha Heleb tê birîn û rewşa aborî berev xerabtir dibe.
Rojnamegerê kurd ronî kir ku bi giştî hemû herêmên derdora Helebê serî hildane û hilîkopterên rejîma Sûriyê li ser gund û bajarokan difirin û êrişên artêşa Sûriyê ji bajarekî berev yê din diçe.
Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, topbarankirina taxê Baba Emir û çend taxên din li bajarê Himisê bo roja 26emîn li pey hev berdewam e.
Desteyê aşkere kirin ku duhî, 104 kes hatine kuştin ji wan bi kêmanî 65 kes li Himsê bûn ku hîn taxên Baba Emir, Himêdiye, Xalidiye û Kerim el-Zeytûn li wî bajarî di bin topbaranê de ne.
Çalakvanên Sûriya amaje kirin ku her wiha duhî, 32 kes li navçeya Helfaya li parêzgeha Hemayê bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.
Li parêzgehên wek Idlib, Heleb û navçeyên derdora Dîmeşqê jî, êrişên hêzên artêş ewlekariyê dijî welatiyên sivîl berdewam in.
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya di vê derbarê de ragihand ku duhî, hêzên ewlekariyê û çekdarên bi navê “Şebîhe” yên alîgirên rejîmê, avêtine ser kolêcên Elektrîk, Pizîşka Diranan û Komputerê yên parêzgeha Helebê.
Di heyama vê mehê, kuştina welatiyan li Sûriya ji hêla hêzên rejîma Beşar Esed ve bi awayekî berçav zêde bûye bi şêweyekî ku her roj bêtirî 100 kesî li wî welatî tên kuştin
Hevdem duhî, Encûmena Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî li Genève bi piştgiriya dewletên Komkara Ereb û welatên Ewropayê aloziya Sûriyê gotûbêj kirin, û ji rejîma Sûriyê xwestin rêçareya Komkara Ereb cîbicî bike û tundûtûjiyê rawestîne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 8 hezar û 500 kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.
hr (Aknews)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.