Li Batmanê agir bi malekê ket
Li Êlihê agirê ku li qata jêrîn a xaniyek du qatî derketibû, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hate kontrolkirin û vemirandin.
Li qata jêrîn a xaniyek du qatî ya li Kolana 1004 a li Taxa Yeni Mahalle ya navenda bajarê Êlihê ji ber sedemek nediyar agir derket. Dema ku welatiyan dû dîtin, rayedaran agahdar kirin û ekîbên îtfaîyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ekîbên ku gihîştin navnîşanê zû mudaxeleyî agir kirin û nehiştin agir ber bi qata jorîn ve biçe. Her çend agir hat kontrolkirin û vemirandin jî, li qata jêrîn a xanî zirara madî çêbû.
Her çiqas di bûyerê de niştecihên di xanî de panîkek mezin kişandin jî, ti birîndarî çênebû. Ji bo diyarkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.