Li Batmanê êrîşa bi çekan: 3 kes mirin

Li Batmanê êrîşa bi çekan: 3 kes mirin

Di êrîşa bi çekan de ku li Êlihê (Batman) li qadeke vala hat kirin, li gorî tespîtên yekem ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer, di saetên êvarê de li navenda Êlihê di taxa Çamlıcayê de, li qada vala ya nêzî Goristana Asriyê pêk hat.

Li gorî îdiayan du aliyên ku di navbera wan de dijminatî (alozî) hebû, li qada vala hatin ba hev. Hin kesên ji aliyekî, bi sedemeke ku hîn nayê zanîn gule reşandin ser dijminên xwe. Di bûyerê de Mehmet Direk, kurê wî Ercan Direk û biraziyê wî Bekir Direk jiyana xwe ji dest dan.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên polis û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê di nirxandina yekem de diyar kirin ku her 3 kes jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî bûyerê tîmên polisan li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolînên dozgerê cumhuriyetê yên li cihê bûyerê, cenazeyên 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn ji bo pêkanîna karûbarên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Ji bo girtina kujeran xebatên polisan berdewam dikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.