Li Batmanê Êrîşa Pkkê Hat Telînkirin
Roj bi roj zulm û zorbatîyên Pkkê yên li ser xelkê kurd eşkere dibin û tên telînkirin
Roj bi roj zulm û zorbatîyên Pkkê yên li ser xelkê kurd eşkere dibin û tên telînkirin. Çend roj berê jî li gundê Daraqola Licêya Diyarbekirê, çekdarên Pkkê xwestibûn bi zora sîlehê endamê Huda Parê Mîkaîl Ayik birevînin.
Li ji ber ku Mîkaîl di ber xwe dabû û li ber wan rabûbû, planê çekdarên PKKê pûç bûbû, lê bi sîlehên otomatîk li malbatê reşandibûn û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn ku yek ji wan jin bû.
Li ber vê zulm û xayîntiya PKKê, li Batmanê Cemiyeta Mustezefan bi tevliyeke mezin beyanata medyayî li dar xist. Di protestoyê de li êrîş û fê’lên PKKê yên xerab û qirêj, le’net hate barandin.
Pey xwendina Quranê Mela Beşîr, bi kurmancî li ser polîtîkaya PKKê xeber da û îfade kir tekparêz û dîktatorî ye. Û di xeberdan û sloganan de hat gotin ku heta niha tiştên PKKê kirine, nîşan dide ku Pkk zalim û qatil û xaînê kurd û Kurdistanê ye. Her wiha hat îfadekirin ku heqê her kesî heye ku gava êrîş lê bê, midafaa’ xwe bike.
Dûre beyanata medyayî hat xwendin, hat îfadekirin ku tevgerên Pkkê zirarê dide xelkê kurd û wê feydeyê nede Pkkê jî. Kesên ku bangî sekaniyê dikin, bila ewilî ji PKKê re bêjin. Xelkê kurdê misluman ne bêxwedî ye û tu carî zulm û dîktatoriyê qebûl nake.
Telînkirina êrîşa qirêj ya PKkê bi slogan û tekbîran bi dawî bû.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.