Li Batmanê Fealîyetên Alîkarîyê
Komela Ûmût-Dera Batmanê, ji bo ‘îda qurbanê xebatên xwe dewam dike. Komelê dîyar kir ku wê qurbanan li muxtac û feqîran belav bike.
Ji endamên Platforma Karwana Ûmûdê komela Ûmût-Dera Batmanê, bi sedem nêzbûna ‘îda qurbanê, xebatên xwe bi lez didomîne.
Komelê dîyar kir ku di belavkirina goştê qurbanan ya li feqîr û muxtacan de dibe wasîte.
Alîkarê Serokê gîştî yê komela Ûmût-Derê Îzzeddîn Ekîncî, li bînaya merkeza komelê beyanateke medyayî da.
Ekîncî dîyar kir ku dest bi stendina qurbanan kirine û der barê bihayê qurbanan de agahî da.
Îzzeddîn Ekîncî di dawîya beyanatê de jî, ji bo rûyê feqîr û muxtacan kêfxweş bikin, ji xêrxwazan destek û alîkarî xwest.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.