Li Batmanê kursên Qur’anê bi kêfxweşîyê dest pê kirin
Digel tetîlbûna mekteban, zarokan ji kursên Qur’anê yên ku li Batmanê vebûn re eleqeyekî mezin nîşan dan.
Li Êlihê digel tetîlbûna mekteban bernameyên dersên Qur’anê yên havînê, li Camîya Kudretê bi beşdarbûna miftîya bajêr Hasan Çaglar dest pê kir. Çawa ku mekteb tetîl bûn û qursên Qur’anê vebûn malbatên derdorê bi eleqeyekê mezin zarokên xwe birin camî û kursên ku lê dersên Qur’anê tên dayîn.
Miftîya bajêr Hasan Çaglar di derbarê dersên Qur’anê de wiha axivî: “Çawa ku mekteb bûne tetîl dersên me Qur’anê him li navenda Batmanê him li navçeyên Batmanê û her wiha li gundan dest pê kirin. Ev kursên me dê 2 mehan bidomin. Di vê pêvajoya ku kurs vekirîbin de ew ê temamên wezîfedar hewl bide da ku zarok dersa Qur’anê , heyeta pêxemberê me , exlaqa baş bi şiklekî baş hîn bibin.”
“Zarokên ku werin kursan ew ê xwe ji neqencî û nebaşîyê muhafize bikin”
Çağlar axavtina xwe wiha domand: “Weke ku hûn jî dizanin van salên dawî li sikak û dervê gelek tiştên mîna esrar, tiryak xetere zêde bûne; zarokên ku werin kursên Qur’anê ew ê him xwe ji van deran biparezin û him jî ew ê wextê xwe têr û tijî derbas bikin.”
“Her çi qas derbas dibe ew qas eleqe li kursan zêde dibe”
Çağlar di derbarê kursan de wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Her sala ku derbas dibe hejmara kesên ku dixwazin hînî Qur’anê bibin zêde dibe. Ji ber vê yekê him hejmara seydayan him jî yên telebeyan zêde dibe. Xwedê nesîp bike em ê îsal jî bi şiklekî bi rêk û pêk dersê bidin zarokan.”(İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.