Li Batmanê Riya 129 Gundî Hat Girtin

Li Batmanê Riya 129 Gundî Hat Girtin

Berfa li welat îcar jî tesîra xwe a bi şiddet li qezayên Batmanê nîşan da. Li Merkez û qezayên Batmanê riya 129 gundî hat girtin.

Berfa li welat îcar jî tesîra xwe a bi şiddet li qezayên Batmanê nîşan da. Li Merkez û qezayên Batmanê riya 129 gundî hat girtin.

Berfa ku li welat tesîra xwe nîşandide îcar jî li Batmanê tesîra xwe bi tevî şiddeta xwe nîşan da. Bi sebeb berfê li Kercosê riya 32udu, li Hazoyê 28, li Sasonê 20, li Bişêriyê 10 û li Merkeza Batmanê jî riya 10 gundan hat girtin.

Ji bo riyên gundan werin vekirin komên bi Sekreteriya Îdara Xisûsî a Wîlayetê bi tevî leza xwe dixebitin. Ji bo gundiyên nexweş werîn gihîştandin Nexweşxaneyan xebat tên kirin.

Di hêla dî de li gor hatiye zanîn pîrekeke bi navê Ayten Çîftçî di netîca xebatên hatine kirin hatiye gihîştandin nexweşxaneyê û li vir zarokê xwe welidandiye. (Muhammed Sebatî / Bangaheq)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.