Li Bedlîsê qeza: 2 mirî

Li Bedlîsê qeza: 2 mirî

Li gundê Bolûh ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê du qamyon ber bi hev ve li hev qelibîn. Di encama şewata ku derket de şofêrek şewitî û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, du qamyonên ku navên şofêrên wan û plakayên wesayîtên wan nehatine diyarkirin, li hev qelibîn. Di qezayê de her du ajokaran canê xwe ji dest dan.

Piştî raporên şahidên qezayê, ekîbên îtfaîyeyê, tenduristiyê, AFAD û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di yek ji qamyonên ku tevlî qezayê bûn de teqînek biçûk çêbû û agir pêket. Şofêrek ku di nav qamyonê de asê mabû, di şewatê de mir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.