Li Bedlîsê Ustad Bedîuzzeman hat yâdkirin

Li Bedlîsê Ustad Bedîuzzeman hat yâdkirin

Komela Best-Derê li ser fêmkirina jiyana Ustad Bedîuzzeman bernameyek li dar xist.

Li Bedlîsê komela Best-Derê, bi minasebeta salvegera 55an ya wefata Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, bernameyek li dar xist. Di bernameyê de behsa jiyan û micadeleya Ustad hat kirin.

Bi sedema salvegera 54an ya Ustad Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, li Bedlîsê komela Best-Derê bernameyek li dar xist.

Bername ji zarê Lokman Dalga ve bi xwendina Qurana pîroz hat destpêkirin.

Ji wezîfedarên lêkolînkirinê yê zanîngeha Enqereyê Ebûzer Dalga û ji nivîskarên rojnameya Dogrûhaberê Mehmet Yavûz, beşdarî bernameyê bû.

Xeberdana destpêkê ji teref serokê komela Best-Derê Bulent Kiyağan ve hat kirin.

Dûre wezîfedarên lêkolînkirinê yê zanîngeha Enqereyê Ebûzer Dalga, derbarê grîngî û ehemîyeta rojê de peyivî. Dalga îfade kir ku Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, yek ji wan alimên ku li herêmê gîhaye yê herî mezine.

Mehmet Yavûz jî di axaftina xwe de dîyar kir ku Ustad Bedîuzzeman tu caran qetî li ber zulmê serî netewandîye û weha got: “Ger pêşnîyazîyên Ustad Bedîuzzeman, ketiba nava heyat û jîyanê, wê îro em bi van pirsgirêkan bi taybetî jî bi pirsgêrika kurd re rûbirû nemaya.”

Bername bi xwendina sirud û îlahîyên hunermendên ajansa Özlemê dewam kir û bi xwendina dûayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.