Li Beğdayê Êrîşên Bombeyî
Li Beğdaya paytexta Iraqê, li du hev du êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de 14 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.
Li İraqa ku Amerîkayê di 2003an de îşgal kiribû şer û kuştin nasekinin. Li Beğdaya paytexta İraqê, li du hev du êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de 14 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.
Teqîna ewil li herêma el-Ğudeyrê ya paytext Beğdayê bi wesaîtên bombebarkirî qewimî. 2 wesaît hatin teqandin. Di teqînan de 10 kes hatin kuştin, 18 kes birîndar bûn.
Li herêma el-Muştelleyê jî wesaîta bombebarkirî hat teqandin. Di bûyerê de 4 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.
Do jî li cûrbecûr herêmên Beğdayê, êrîşên bombeyî pêk hatibûn û di encamê de 17 kes hatibûn kuştin, 51 kes jî birîndar bûbûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.