Li Behra Spî Erdhej

Li Behra Spî Erdhej

Li nêzî Antalyayê bi lerza 5,2an erhejek pêk hat. Erdhej li seranserê bajêr û derdora wî hat hîs kirin û di navbeyna xelkê bajêr de bû sedema panîkê.

Hat dîyar kirin ku li nêzî Antalyayê di saet 12ê şevê de erdhejek pêk hat.

Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîlîyê ya Zanîngeha Boğazîçîyê, lerza erdhejê wek 5,2 hat qeydkirin.

Erdhej 25,6 kîlometre di binê behrê de qewimî û li seranserê Antalya û bajarên hawêrdor jî hat hîskirin.

Xelkê herêmê ketin panîkê û hat ragihandin ku di erdhejê de tiştek bi tu kesi nehatîye û xisara maddî jî ne qewimîye.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.