Li Bexdayê êrîşa bombeyî: 167 mirî
Bağdat - Li Bexdaya ku paytexta Iraqê ye êrîşa bombeyî hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de 167 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîş li herema Karrada Dahîlê bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin.Hat ragihandin di êrîşê de herî kêm 167 kesên ku tê diyarkirin siwîl in jiyana xwe ji dest dan û zêdî 100 kesan jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê ji ber tesîra êrîşê çend mal û wesayîtên dedorê şewitîn.Ji ber vê yekê gelek ambûlans û îtfaiye sewqî cihê bûyerê hatin kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.