Li Bidlîsê 15 alim bi merasîmekî îcazetên xwe standin
Di merasîma ku li Medreseya Geylanîyê ya ku li Bidlîsê ye hat kirin de 15 alimên ku Ilmên Îslamî xelas kiribûn îcazetên xwe standin.
Di merasîma ku hat kirin de ji 15 alimên ku Ilmên Îslamî xelas kiribûn re îcazet hat dayîn.Merasîm li gundê Yama Bidlîsê di medreseyekê de hat kirin.Dekana Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Bidlîsê Prof. Dr. Îsa Yuceer, Miftîyê Bidlîsê Ebdilkerîm Akbaba û her wiha şêx, alim û mela yên heremê jî beşdarî merasîma îcazetê bûn.
Di derbarê merasîma îcazetê de muderrîsê Medreseya Geylanîyê Nesrûllah Geylanî wiha axivî: “Îro îcazet dayîna van aliman me kêfxweş dike.Xeyala herî mezin a muderrîsekî îcazet dayîna telebeyên xwe ye. Hemd ji Xwedê Teala re ku vê rojê nesîbê me kir.Em girîngîya medreseyan baş dizanin.Bi izna Xwedê vê mîrasa ku me ji bav û kalen xwe wergirtîye em ê bidomînin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.