Li borsaya heywanan çûn û hatina îdê dest pê kir
DİYARBEKİR - Li Borsaya Heywanên a Diyarbekirê ji ber ku ji Îda Qurbanan re çend rojên jimartî man çûn û hatina îdê dest pê kir.
Ji Îda Qurbanê re ji ber ku çend rojên jimartî man li Borsaya Heywanên Zindî ya Diyarbekirê çûn û hatina îdê dest pê kir.Kesên ku dixwazin qurbanên baş bistînin bi ronîbûna dinyayê berê xwe dan cihê ku qurban lê tên firotin.Li cihê ku heywan lê dihatin firotin hat dîtin di navbera kesên firoşker û xerîdar de bazariyên dûvûdirêj tên kirin.
Li cihê bazarê hinek kesên firoşker ji ber ku heywanên wan ji teref Wezareta Zîraetê ve nehatine bi guharkirin xwestekên xwe anîn ziman û xwestin ku demildest heywanên wan bên biguharkirin.
Kesê firpoşker ê bi navê Huseyîn Şeyhmuzoglu di derbarê firoşên qurbanan de destnîşan kir firotina heywanan îsal baş e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bihaya heywanan a niha baş e.A niha kiloya heywanên zindî 13 lîre ye.Wekî din bihaya mîhekê 700 lîre ye. Elbet ev biha ji kesên ku dixwazin qurbanan bistînin re giran tê.Lê belê ji ber ku gelê me ji îbadeta qurbanê girîngiyê dide qurbanan distînin û serjê dikin.”
Kesê bi navê Tahsîn Derîn jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bihaya heywanan sala borî çêtir bû û îsal jî normal e.Sileyman Gumuş jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bihayên heywanên baş e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku ev bela, qeza û cinayet nebûye dê baştir û çêtir bûbana.”
Kesê bi navê Îbrahîm Budak jî di derbarê mijarê de gazî û giliyên xwe wiha anî ziman: “Ez ji wezareta zîraetê teleb dikim demildest heywanên min biguhar bikin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.