Li Bursayê teqîn:1 mirî û 7 birîndar

Li Bursayê teqîn:1 mirî û 7 birîndar

BÛRSA - Li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 1 kes mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Li Bursayê li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê ya ku ser Cadeya Ataturkî ye teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku 1 kes miriye û 7 kes jî birîndar bûne.

Teqîn di derdora saet 17.30an de pêk hat. Bi bandora teqînê avahiyên hawîrdor zirarê dîtin.

Piştî teqînê birîndaran rakirin nexweşxaneyên cûr bi cûr û polês jî ji bo ku gel ji ciyê bûyerê dûr bibin tim û tim anons dike.

Gor agahiyên ku ne fermî ne sedema teqînê xwekuj e. Tê texmînkirin ku xwekuj pîrekek 25 salî ye.

Piştî teqînê polêsan pêşgiriya ewlehiyê girtin. Cadeya Ataturkî ji trafîkê re hat girtin. Di derbarê bûyerê de tehqîqat didome. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.