Li çar aliyê welêt bernameyên mewlûdê didomên

Li çar aliyê welêt bernameyên mewlûdê didomên

Platforma Evîndarên Pêxember, li Amed, ‘Intab, Bedlîs, Hetay, Bîlecîk, Mêrsîn û Xarpêtê bernameyên mewlûdê li dar xist.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Bismîla navçeya Amedê bernameya mewlûdê li dar xist.

Bernameya ku bi pêşkêşvanîya komela Vefa-Derê hat li dar xistin, bi xwendina Quranê dest pê kir.

Dûre bername bi xwendina mewlûda Şerîf û sirud û îlahîyan dewam kir.

Îsmaîl Çevîk û mela Cemal Çinar beşdarî bernameyê bû.

Mela Çevîk behsa jiyana pêxember kir. Mela Cemal Çinar jî axifiû îfade kir ku tenê lîderê misilmana Pêxember (S.X.L)e û peyamên girîng da.

Piştî axaftinan bername bi merş, sirud û îlahîyan dewam kir û bi dûayê xelas bû.

Platformê li Nîzîpa navçeya Dîlokê jî bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bername di pêşkêşvantîya komela Îhsan-Derê de bi xwendina Qurana Kerîm dest pê kir.

Dûre bername bi mewlûda şerîf û sîrud û îlahîyên zarokên qîz yên biçûk dewam kir.

Mela Mûzzafer Karavîl û Xelîl Vûral beşdarî bernameyê bû.

Karavîl di axaftina xwe de da zanîn ku pêxember ji însanîyetê re mînak û nimûne hatîye şandin.

Xelîl Vûral jî îfade kir ku xelasîya mezlûm û mustez’efên dinyayê encax bi pêxembere.

Bername piştî îlahîyan bi dûayê qedîya.

Li Edlîcewaza Bedlîsê jî coş û kêfa mewlûda Mûhemmedî hebû.

Bernameya ku Komela Best-Derê li dar xistibû, bi xwendina Quranê dest pê kir.

Bername bi xwendina mewlûda şerîf, sirûd, merş û îlahîyan dewam kir.

Serokê damezrînerê komela Best-Derê Bulent Kiyagan, xeberdana destpêkê kir.

Nivîskar Ozkan Yaman beşdarî bernameyê bû. Yaman behs jiyana pêxember kir.

Piştî lîstika şanoyê bername bi dûayê bi dawî bû

 

Navnîşeke mewlûdê ya din jî Îskenderûna navçeya Hetayê bû.

Di organîzeya komela Îlîm-DERÊ de bername bi xwendina Quranê dest pê kir.

Dûre bi xwendina mewlûdê dewam kir. Di bernameyê de sirud û îlahî jî hatin gotin û beşdar coşbûn.

Kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember ê Îskenderûnê Xelîl Dûvarci, xeberdana dest pêkê kir.

Mela Nîzamettîn Yalçin beşdarî bernameyê bû. Yalçin behsa fedekarîya Pêxember ya di ber doza Îslamê de kirîye kir.

Bername bi dûayê bi dawî bû.

 

Li Bozuyuka navçeya Bîlecîkê jî evîndarên pêxember ji bo eşqa Hz. Mûhemmed (S.X.L) li hev kom bûn.

Hunermendên koma Îkrayê bi sirud û îlahîyên xwe beşdar coş kirin.

Di bernameyê de perwerdekar Adnan Kilinç axifî

Bername piştî şanoyê bi dûayê qedîya.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Tarsûsa Mêrsînê bernameya mewlûdê li dar xist.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û xelkê Tarsûsê tevecuheke mezin nîşan dan.

Nivîskar Mehmet Emre axaftina dest pê kê kir û di bernameyê de endamê damezrînerê yê Platformê Yahya Ûgraş axifî

Ûgraş îfade kir ku hemî pirsgirêkên ku di civakê de nayê çareser kirin, encax bi metod û şêwaza pêxemberê me wê dikaribe bê çareser kirin.

Piştî îlahîyan bername bi dûayê bi dawî bû.

Platformê li Xarpêtê jî bernameya Wîladeta Pîroz li dar xist.

Bername di pêşkêşvantîya komela Yenî Îhya-Derê hat tertîp kirin û bi xwendina Qurana Kerîm dest pê kir.

Temsîlkarê Yenî Îhya-Derê Hayrettîn Guray,axaftina dest pêkê kir.

Dûre bername bi xwendina mewlûda Şerîf û merş û îlahhîyan dewam kir.

Nivîskarê qezeta Dogrûhaberê Menderes Yildirim, di bernameyê de axifî

Piştre bername bi dûayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.