Li Çewlîg û Xarpêtê qezaya trafîkê: 7 mirî, 21 birîndar

Li Çewlîg û Xarpêtê qezaya trafîkê: 7 mirî, 21 birîndar

NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayên ku Dara Hênêya Çewlîgê û li Madena Xarpêtê pêk hatin de tevde 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li  Gezîna Madena Xarpêtê mînîbûsa rêwiyan gindirî şarompolê, di encama qezaya ku pêk hat de  3 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Bi heman awayî dîsa li gundê Gulkonduya Dara Hênêya Çewlîgê mînîbûsa rêwiyan a gund gindirî şarompolê.Di encama qezaya ku pêk hat de  4 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayan de birîndar bûn bi ambûansan rakirin nexweşxaneyan û di derbarê qezayan de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.