Li Çewlîgê qeza: 1 mirî 4 birîndar
Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêbeja Çewlîg û Gencê pêk hat de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 ZY 3207 ê ku ajokarê wê Mehmet Gok bû û mînîbûsa bi plaqeya 12 AD 821 ê ku ajokarê wê Veysel Ekîn bû li ser rêbeja Çewlîg û Gencê li hev qelibîn.Di encama qezaya trafîkê ya ku pêk hat de Mehmet Gok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê Veysel Ekîn, Ferhat Karaca ,Recep Yildiz û Muhammed Gok jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.