Li Çewlîgê qezayên trafîkê: 2 mirî, 7 birîndar

Li Çewlîgê qezayên trafîkê: 2 mirî, 7 birîndar

ÇEWLÎG - Di qezayên ku li Çewlîgê pêk hatin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta ku bi ber îstîqameta gundê Dîlektaşiya Dara Hênê ve diçû ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kir wesayît gindirî şarampolê.

Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Sabahhatîn û Zahîde Kolak  jiyana xwe ji dest dan û Aysun û Berkan Kolak jî birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.

Qezaya din jî li  nêzî gundê Yenîbaşlara ku girêdayê Çewlîgê ye pêk hat.Di qezaya ku pêk hat de 2 wesayît li hev qelibîn.Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.

Di derbarê qezayên ku pêk hatin de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.