Li Çewlikê wesayîtek kete geliyê û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, wesayîteke bazirganî ya sivik kontrola xwe winda kir û bi qasî 600 metreyan ji zinarê ket xwarê. Di qezayê de çar kes mirin û pênc kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e.
Qeza, di nîvê şevê de li nêzî gundê Yazılı yê navçeya Dara Hênê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîteke bazirganî ya sivik ku ji gundê Yatansogut ber bi gundê Yazılı ve diçû ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn kontrola xwe winda kiriye. Wesayît ji zinarekî bi qasî 600 metre bilind ve qulipiye.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, UMKE, AFAD, îtfaîyeyê û cendermeyan hatin sewqkirin.
Hat diyarkirin ku di qezayê de H.B., O.A., B.A., û şofêr M.A. yên di wesayîtê de canê xwe ji dest dane.
5 kesên ku birîndar bûn jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.