Li Çinarê 2 wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li Çinarê 2 wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Çinara Dîyarbekirê 2 wesayît li ser rêya derdorê li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li çarrêya gundê Hemranî ya ser rêya derdorê ya mezin e pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 GMR 390 û wesayîta bi plaqeya 34 BYA 844 li hev qelibîn. Di encama qezayê de 4 kesên ku di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.