Li Çinarê 3 ton rûnê heywanan ku ji bo tenduristiyê ne guncaw e hat girtin
Di kontrolên ku li navçeya Çinarê ya Diyarbakırê hatin kirin de, 3 ton rûnê hundurîn ê ajalan ku ji bo tenduristiya mirovan ne guncaw e hat desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Çinarê, di kontrola ku di 13'ê Tebaxê de hat encamdan de, di wesayîta ku ji aliyê kesê bi navê E.Ö. ve dihat ajotin de lêgerîn kirin.
Di lêgerîna hatî kirin de, ji aliyê tîmên Midûriyeta Herêmî ya Çandiniyê ve hat tespîtkirin ku nêzî 3 ton rûnê hundurîn ê ajalan ku eslê wî ne diyar e û hat nirxandin ku ji bo tenduristiya mirovan ne guncaw e, hat destserkirin.
Lê hemberî bûyerê di çarçoveya sûcê "Tîcaret/Bazirganiya Xurek an jî Dermanên Xirabûyî yan jî Guherî" de dest bi karûbarên edlî hat kirin.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.