Li Çinarê ba û bahozê axur xerakir, 2 zarok birîndar bûn
Firtona ku li navçeya me Çinarê ji nişka ve bandor kir, banê axurê heywanan firand û dîwarên wê xerakir; di vê navberê de 2 zarok ji ber parçeyên ku ji banî qetiyan birîndar bûn.
Bûyer, li gundê Kanîpankê ku nêzî 40 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ye çêbû.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ba û bahoza ku li derdora nîvro ji nişka ve bandor kir, banê axura heywanan firand û dîwarên wê rûxand.
Di dema bûyerê de 2 zarokên bi navê Mehmet Can A. û Muhammed A. ku li nêzî axurê lîstik dilîstin, ji ber parçeyên ku ji banî qetiyan birîndar bûn.
Zarokên birîndar ji aliyê merivên xwe ve hatin rakirin nexweşxaneyê.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.