Li Çinarê bernameya 'Mewlûda Nebî' hat lidarxistin
Li navçeya me ya Çinarê, ji aliyê muftîtiya navçeyê ve bernameya 'Mewlûda Nebî' hat lidarxistin.
Li navçeya me ya Çinarê, ji aliyê Muftîtiya Navçeyê ve li Mizgefta Dörtyolê bernameya 'Mewlûda Nebî' hat lidarxistin.
Di bernameyê de piştî xwendina Mewlûd û qesîdeyan, derbarê hewcedariya girtina jiyana Pêxamberê me Hezretî Mûhemmed (saw) wekî mînak de sohbeteke kurt hat kirin û piştre bername bi duaya ku hat kirin bi dawî bû.
Piştî bernameyê ji aliyê peywirdaran ve şîranî ji cemaeta mizgeftê re hat îkramkirin..




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.