Li Çinarê di rexê rê de 2 term hat dîtin

Li Çinarê di rexê rê de 2 term hat dîtin

Li navçeya Çinara Amedê li ser rêbeja Amed-Mêrdînê di rexê rê de 2 termên ku ji serên xwe ve hatine lêdan hat dîtin

Li ser rêya ku 9 KM ji navçeya Çinarê dûr e 2 termên ku ji serên xwe hatine lêdan hat dîtin.

Piştî ku gel xeber da cendirmeyan ekîbên cendirmê hatin ciye bûyerê û hawîrdora bûyerê bi şirîta ewlehiyê asê kirin û dest bi tehqîqatê kirin.

Hat diyar kirin di bûyera ku  texmîn kirin doh bişev qewimîye de 2 kes hatine înfaz kirin.

Piştî tehqîqata ku hat kirin termên van her dû kesan rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.

Piştî tehqîqatê hat diyarkirin ku xwediyê van cesedan Engîn Şahînlî û Galîp Gezgîncî ne. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.