Li Çınarê êrîşa bombeyî: 8 mirî û

Li Çınarê êrîşa bombeyî: 8 mirî û

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Navenda Venihartina Trafîka Heremê ya li ser 3 rêya Diyarbekir û Mêrdînê hat kirin.Di êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Êrîş di derdora 13.10an de pêk hat û hat ragihandin ji ber êrîşê mirî û birîndar hene.

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin beriya êrîşê dengê çekan hatiye bihîstin û 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne.Her wiha dîsa li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin di êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku ji şahidana hatine wergirtin kesên êrîşker pêşî bi çekan li ser navenda polêsan de gule reşandine û piştî ku polês derketina derve wesayîta bombebarkirî dane înfîlakkirin.Ji ber êrîşa ku hat kirin 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne û li cihê bûyerê çaleke kûr vebû.

Her wiha  hat hînbûn kesên bi navê Herdem Çetîner û Turkan Denîzera ku ji bo ziyareta mahqûman diçûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê ji ber teqînê birîndar bûne.Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.

(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.