Li Çinarê mînîbus û traktor li hev qelibîn: 2 mirî, 4 jê giran 9 birîndar
Di qezaya trafîkê de ku li navçeya me ya Çinarê mînîbus û traktor tevlî bûn, 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn ku rewşa 4an giran e.
Qeza, li ser rêya Diyarbekir-Çinarê, li nêzî gundê Bêşpînarê çêbû..
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, traktora tijî petêx ku ji gundê Selmanê yê girêdayî navçeya me ya Çinarê ye û mînîbusa ya Midyadê ku di heman alî de diçûn li hev dan. Di qezayê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn ku rewşa 4an giran e.
Piştî qezayê ji bo cihê bûyerê gelek tîmên tenduristiyê hatin veguhastin.








Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.