Li Çinarê otomobîl teqle avêt: 1 birîndar
Li ser rêya Amed û Mêrdînê, di encama teqlêdana otomobîlê de kesek birîndar bû.
Qeza, li ser rêya Amed û Mêrdînê, li derdora gundê Îngîcî çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, otomobîla bi plaqeya 41 U 8782 ku ji kontrola ajokarê xwe derket, teqle da. Di qezayê de kesê di wesayîtê de bû birîndar bû. Piştî midaxeleya yekem ku ji aliyê tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê ve ji ajokarê birîndar re hat kirin, bi ambulansê hat rakirin nexweşxaneyê.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.