Li Çînê Projeke Din A Asîmîlasyonê
Çîn ji bo ku muslumanên Tirkistana Rojhilat û kêmjimarên din asîmîle bike, projeke nû amade kir. Li gorî projeyê ger muslumanên Ûygûrî bi çînîyan re bizewicin, ew ê desteka ekonomîk û sosyalê bidin wan.
Çîna qomunîst ji bo ku muslumanên Ûygûrî yên Tirkistana Rojhilat û kêmjimarên din asîmîle bike, projeke nû hazir kir.
Proje bi ser navê li Tirkistana Rojhilat rakirina şîddetê û pêkanîna kelijandina civakî tê pêşkirin. Li gorî projeyê tê teşwîkkirin ku muslumanên Ûygûrî û kêmjimarên din bi Çîniyan re bizewicin. Ji bo vê jî we’dên desteka ekonomîk û sosyalê tên dayîn. Ger musluman an jî kêmjimarên din bi çînîyan re bizewicin, ew ê salê 10 hezar yuana çînê bidin wan.
Digel vê destekê we’da mal û îmkanên kar jî tê plankirin. Her wiha ew ê salê 3 hezar û 200 dolar jî alîkariya tenduristiyê bê dayîn. Dîsa tê we’dkirin ku ew ê li zarokên wan salê 500 dolar alîkariya perwerdeyê, ên ku herin zanîngehan jî ew ê salê 800 dolar bûrs bê dayîn.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.