Li Çiyayê Gabarê derxistina rojane ya neftê gihişt 83 hezar û 300 varîlan

Li Çiyayê Gabarê derxistina rojane ya neftê gihişt 83 hezar û 300 varîlan

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar da zanîn ku derxistina neftê ya li herêma Gabara Şirnexê ji sala 2021ê heta îro ji 50 milyon varîlî zêdetir bûye û hilberîna rojane jî bi gehiştina 83 hezar û 300 varîlan rekora xwe nû kiriye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi xebatên nû yên sondaj û keşfê hilberîn tê zêdekirin û da zanîn ku li Gabarê ji sala 2021ê û vir ve bi giştî ji 50 milyon bermîlî zêdetir nefta xav hat xebitandin/hilberandin.

Bayraktar di daxuyaniya xwe de teqez kir ku Gabar di aliyê hilberîn û îstihdamê de bûye navendeke girîng û anî ziman ku xebatên li herêmê bê navber berdewam dikin.

Bayraktar got: "Qada hilberînê ya li Gabara Şirnexê ku veguheriye bingeha hilberîna neftê ya Tirkiyeyê, rekora xwe careke din nû kir. Hilberîna me ya neftê ya li Gabarê bi gihîştina 83 hezar û 300 bermîlên rojane re rekor şikand. Em ê bê rawestan bixebitin, hilberînê zêde bikin û ji bo paşeroja welatiyên xwe bibin hêvî."

"Kufşa herî mezin a neftê"

Wezîr Bayraktar diyar kir ku li 7 sahayal/qadan hilberîn tê kirin û ev îfade bi kar anîn: "Wekî encameke van xebatan, keşfa neftê ya ku di sala 2021ê de li herêma Gabara Şirnexê hat kirin, wekî keşfa herî mezin a neftê ya dîroka komarê ket qeydan. Navê astsubay serçawuşa şehîd Esma Çevik dan bîra ku hatibû xistina dewrê. Türkiye Petrolleri; hilberîna ku di sala 2021ê de li Herêma Cûdî-Gabarê bi Şehîd Esma Çevik re dest pê kiribû, di sala 2022yan de bi Şehîd Teğmen Akdeniz, di sala 2023yan de bi Şehîd Aybüke Yalçın, di sala 2024an de bi Mehmet İrfan Güler, Bulmuşlar û Bülent Sadioğlu û di sala 2025an de jî bi qadayên Ağaçyurduyê mezin kir."

"Li ser 50 milyon bermîlan re hilberîn"

Bayraktar teqez kir ku rojane 83 hezar û 300 bermîl hilberîn tê kirin û got: "Bi rêya qadayên li Gabarê ku hilberîna wan rojek bi rojekê zêde dibe, ji sala 2021ê û vir ve bi giştî li ser 50 milyon bermîlan re nefta xav hat hilberandin. Hilberîna neftê ya li Gabarê bi vekirina bîrên nû re rekora xwe nû kir. Hilberîna ku li Gabarê hat kirin gihîşt 83 hezar û 300 bermîlên rojane."

Wezîr Bayraktar destnîşan kir ku ew bi sondajên nû û keşfên nû zêdekirina hilberînê berdewam dikin û weha axivî: "Di van rojên ku teklîfa yasayê ya derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêterör de li Meclisê tê gotûbêjkirin de, nûçeyên xweş jî ji herêmê têne girtin. Hilberîna me ya neftê ya li Gabarê bi gihîştina 83 hezar û 300 bermîlên rojane re rekor şikand. Em ê bê rawestan bixebitin, hilberînê zêde bikin û ji bo paşeroja welatiyên xwe bibin hêvî."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.