Li çiyayên Batmanê mesaiya "Zêrê Kesk"

Li çiyayên Batmanê mesaiya "Zêrê Kesk"

Li navçeya Qabilcewzê (Sason) ya Êlihê, gihayê zuzubak ê ku li çiyayên asê bi rengekî xwezayî şîn dibe û wekî "zêrê çiyayan" tê naskirin, kîloya wê di navbera 5 hezar û 6 hezar lîreyî de tê firotin.

Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê, bi hatina biharê re welatî berê xwe dan çiyayên bilind û dest bi komkirina gihayên şîfadar kirin.

Nexasim gihayê zuzubakê yê ku li zinarên asê bi rengekî xwezayî şîn dibe û wekî cureyekî endemîk tê naskirin, îsal jî bû çavkaniya sereke ya xwarinê û aboriya herêmê.

Gihayê zuzubakê ku di nav gelê herêmê de wekî "zêrê çiyayan" tê binavkirin, li sûk û bazaran kîloya wê di navbera 5 hezar û 6 hezar lîreyî de kiriyar dibîne.

Ev gihayê ku bawerî pê heye şîfadar e, ji bo xelkê herêmê çavkaniyeke giring a debarê (dahatê) pêk tîne; lê belê komkirina wê pêvajoyeke pir bi zehmet û bimetirsî (rîskî) dixwaze.

Xelkê Qabilcewzê (Sason) ne tenê zuzubakê; her wiha gihayên xwezayî yên wekî pincar (gihayê xwarinê), kereng û şebizkê yên ku wekî mizgîniya biharê têne naskirin jî ji çiyayan kom dikin. Bi van berheman hem hewcedariyên xwe yên malê bi cih tînin, hem jî wan difroşin.

Ev gihayên ku li herêmên çiyayî û bilind ên navçeyê, di nav xwezayê de bi rengekî kamil şîn dibin, bi taybetî ji aliyê welatiyên ku ji bajarên derdorê tên ve rastî eleqeyeke mezin tên.

Mesaiya komkirina gihayan a ku bi mehên biharê re dest pê dike, li Qabilcewzê (Sason) êdî veguheriye çandeke debarê ya kevneşopî.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.