Li Cizîrê 80 Zarok Revandine Çiyê
Bi pêvajoyê dewlet û Pkkê li hev kirin, lê xelkê kurd şerpeze û perîşan bû. Zulm û tevgerên ku JÎTEMê di salên 90î de dikir, niha milîs û zilamên Pkkê bi kar tînin. Rê digrin, bi zorê însan û zarokan direvînin. Kuştin û talan dikin.
Di wê dewrê de ji ber te’deya dewletê xelkê dengê xwe dernedixist. Niha jî ji ber te’deyên Pkkê xelk bêdeng dimîne.
Xelkê herêmê ji ber fê’l û kirinên Pkkê bi endîşe ye. Lewra berê bi zordestiya dewletê ji warê xwe bar dikir, niha jî ji ber zordestiya Pkkê di tatêla barkirinê de ye.
Yek ji endîşeyên xelkê ew e ku Pkk bi zorê zarokan direvînin. Hat gotin ku li Cizîra Şirnexê, di 3 mehên dawîn de 80 zarok bi zorê hatine revandin.
Li Cizîrê mehelên ku bêpergal hatine avakirin Cûdî, Sûr û Nûr serî dikşînin. Ji ber valakirina gundan, li van mehelan niştecî zêde ne. Lê tiştê ku van mehelan tîne rojevê ne bajarvaniyeke çeloxwarî ye, revandina zaroka ye.
Li gorî çavkaniyên mehelî, di 3 mehên dawîn de ji van mehelan ji ber mekteban 80 zarok ji teref Pkkê ve hatine revandin. Li gorî îfadeya ehlê herêmê, li sînorê Sûriyê ya bi Cizîrê ve, her roj bi sedan kes diçûn û tên.
Malbatên dilşewat yên ku marûzî qetlîam û wehşeta Pkkê bûne, newêrin revandina zarokên xwe bînin ziman. Lê belê protestoya malbatên dilşewat yên ku li Diyarbekirê hatiye destpêkirin, ji wan re bûye hêvî
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.