Li Cizîrê bilançoya 60 rojan
Di 2 mehên dawî de li Cizîrê bûyerên ku qewimîn navçeyî xist wek kavil. Di pevçûnan de 23 siwîl, 19 polês û leşker jiyana xwe ji dest dan. Gor daxuyaniyên fermî di operasyonên ku hatine lidarxistin de jî 654 PKKyî hatine kuştin.
Li navçeya Cizîra Şernexê ya ku qedexeya derketina derve didome dawî li pevçûnan hat û bi vê yekê re bilançoya 60 rojan jî derket holê. Di navçeyê de bi hezaran însan mal û milkên xwe terk kirin û 23 siwîlên ku di nav wan de zarok jî hene, 19 polês û leşker jî jiyana xwe ji dest dan. Di aliyekê pevçûnan de jî gor daxuyaniyên fermî li navçeyê di operasyonên ku hatine lidarxistin de jî 654 PKKyî hatine kuştin. Her wiha wêneyên ku herî dawî di navçeyê de hatine kişandin dide nîşandan ku avahiyên di navçeyê de bûne kavil.
Avahî hatin şewitandin, wesayît bûn wek rejî
Di navçeya Cîzreya Şernexê de di 14ê Berfanbara 2015an di saet 23.00an de qedexeya derketina derve ya ku hatibû îlankirin hêj jî didome. Bi taybet di taxên Yafes, Sur, Cudî û Nurê de berîqet hatibûn saz kirin û kort hatibûn vedan. Di van taxan de ji ber ku pevçûnên dijwar diqewiya gelek avahî hatin şewitandin û her wiha ji 100wesayîtan zêdetir jî bûn wek rejî. Di kolan û koçeyan de ji 100 wesayîtan zêdetir jî ji ber ku wek beriqat hatine bikaranîn ev wasayît niha nayên emilandin.
Ji 100 hezar însanan zêdetir koç kirin
2 meh ewil dema ku hêj ji qedexeya derketina derve re çendîn saet mabû gel kom bi kom ketin rê û ji navçeyê veqetan. Hat ragihandin koç kirina ku heta niha domaye û navçeya ku nifûsê wî 150 hezar bû nêzê 120 hezar însan ji navçeyê koç kirine.
Piştî ku leşker têketin navenda navçeyê pevçûn zêdetir bûn
Şeva 14ê Berfanbara 2015an dema ku qedexeya derketina derve dest pê kir bêpêjinî hebû. Piştî vê rojê dengê teqîn û çekan ji navçeyê kêm nebû. Leşker û polês di taxên Cudî û Nurê de di noqteyên ku çarterafê navçeyê dixwiya de bicî bûn. Dûvre polês û leşker têketin navenda navçeyê û mal bi mal dest bi lêgerînê kirin. Piştî vê yekê şer zêdetir bû.
Bi taybet şer di taxên ku pirraniyê gel tê de dijîn de zêde bû
Li Cizîrê pirraniyê gel di taxên Sur, Nur, Yafes û Cudî de dijîna. Dema ku şer li vir dest pê kir 60 roj bê navber dengê teqîn û çekan ji wir kêm nebûn. Ev tax dema ku şer dest pê kir pirraniyên nişteciyên van taxan malên xwe vala kirin. Di heftiya qedexeya derketina derve ya herî dawî de di van taxan de hema hema qet însan neman. Ji xwe dabeş di van taxan de ji roja ewil heta îro ne ceyran ne jî av hebû.
Zexîreyên ku gel embar kiribû qeda
Ji bê darfetî û ji saz kirina berîqetan xelkê ku nedikariya ji mala xwe derkeve zexîrê embar kir. Dema ku ev zexîre qeda gel gelek zehmetî kişand. Di taxên din de ji ber ku di wê demê de 3 dikan hatin vekirin gel hewl da ku îhtiyacên xwe ji wan dikanan temîn bike. Lê ji ber ku PKKyiyan esnaf tehdît kirin ev niyazmendî û belengazî zêdetir bû.
Taxên Dagkapi, Alîbey, Kale û Dîcle jî ji pevçûnan bandordar bûn
Taxên Kale, Alîbey, Dagkapi û Dîclê yên ku li wir pevçûn tunebûn jî ji pevçûnan bandordar bûn. Di dîrokên cûda de ji ber ku PKKyî li vir jî bicî bû ji 30yan zêde roket û topa hewanê îsabetê li wir kir. Ev yek jî bû sedema mirin û birîndarbûna gelek însanan. Her wiha mizgeft, dibistan, mal û dikan jî zirarê dîtin.
STKyên Îslamî hewl dan ku erzaq û melzemeyên jiyanî bigihînin gel
Gelê ku ji taxên pevçûn hebûn derketibûn li 8 mizgeftên ku di taxên Kale, Alîbey, Dagkapi û Şahê de ne hatibûn bicî kirin. Ev malbatên ku li vir diman bi alîkariyê STKyên Îslamî hewl didan ku xwe li jiyanê bigirin. Ev gel jî bes dixwest ku dawî li vê qedexeya derketina derve were da ku gel dagere malên xwe. Lê gel nedizaniya dema ku dagere malên xwe dê di malên xwe de çi bibîne.
Mizgeftên dîrokî, nexweşxane û dibistan hatin texrîb kirin
Di qedexeya derketina derve yê ku 14ê Berfanbara 2015an de dest pê kiribû de di dîrokên ji hev cûda de 10 roket îsabetê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kir. Di van êrîşan de di nexweşxanê de texrîbat çêbû. 2yê wê di Taxa Nurê, yekê wê Taxa Alîbey û 3yê wê jî Taxa Cudî de bi tevahî 6 dibistan ya hatin şewitandin an jî bûn hedefa berik û roketan. Mizgefta Seyyîdan a dîrokê ya ku di Taxa Dagkapiyê de ji ber ku topa hewanê îsabetê wê kir xisar tê de çêbû. Disa di Taxa Nurê de Mizgefta Haci Seyfettînî û di taxên Yafes, Cudî, Sur û Nurê de hinek mizgeft jî ji ber ku zirarê dîtine îbadet tê de nayê kirin. Mizgefta Şêx Seydayî yê ku di Taxa Kaleyê de ye ji ber ku 2 berikên hewanê îsabetê wê kiriye zirarê dîtiye. Di rojên herî ewil yên ku qedexeya derketina derve nû dest pê kiribû di Taxa Yafesê de PKKyiyan ambulansek da sekinandin, dermanên tê de rahiştin dûvre ambulansê şewitandin û revîn. Otêla Mem û Zîna ku di Cizîrê de otêla herî mezin e û her wiha di Taxa Nurê de ye hat şewitandin. Her wiha Otêla Başakî jî di encama teqînan de bû wêran.
Di mala şînê de yê ku PKKyiyan birîndarên xwe derman dikirin de gelek PKKyî hatin girtin
Di rojên cûda de di malekê şînê de yê ku di Taxa Cudî de bû PKKyiyan him birîndarên xwe tê de derman dikirin him jî wek depoya çekan bikar dianîn. Her wiha di Kolana Reyhanê de avahiyekê 2 tebeqeyî yê ku tê de îmalata teqemeniyên dihat çêkirin hebû. Li van her du avhiyan operasyon hat kirin. Di encama operasyunê de gelek çek û teqemenî hat bidestxistin. Her wiha di binkeya tendirustiyê de ya ku di Kolana Mazbahayê de ye gelek mirî hat dîtin û gelek birîndar jî hatin girtin. Di Taxa Nurê de di pişta Petrola Dalmişê de li malekê û li malekê din yê ku di Taxa Yafesê de ye jî sergirtin pêk hat. Di encama sergirtinê de hat tespît kirin ku PKKyî van avahiyan ji bo birîndarên xwe wek binkeya tendirustiyê bikar aniye. Hat ragihandin ku di van malan de sedye, cîhazên tendirustiyê û gelek derman hatine bidest xistin.
Embar kirina zexîreyên PKKyiyan hat dîtin
Her wiha li taxên Cudî û Nurê di noqteyên ji hev cûda de di TIRekê zexîreyê ya ku PKKyiyan beriya qedexeyê dest danîbû li ser û di malekê ku ji zexîreyê hatiye tîjekirin de gelek erzaq û melzemeyên jiyanî hat bidest xistin.
Nûçeyên ku di derbarê jimara miriyên di nav qata zemînê de me berê dabû di nûçeyên me yên dûvre bi dîmenan hat teyît kirin
Di 23yê Çileya Paşîn roja şemî hat ragihandin di Kolana Bostanciya ku girêdayê Taxa Cudîyê ye de di qata zemînê ya avahiyekê 5 tebeqeyî de ji 20an zêdetir PKKyiyên birîndar hene. Lê gor çavkaniyên mehelî him jimara qatên zemînan zêdebû him jî jimara birîndaran. Ev yek dema ku operasyon li wan qatên zemînan hat kirin derket holê ku ev jimar nêzê 100 kesan e.
Di qatên zemînan de PKKyiyên ast bilind, Almanî, Sirp, Ûris û leşkerên ku hatibûn revandin cem hev bûn
Di taxên Cudî û Surê de di 3 qatên zemînê de berpirsyariyê komên PKKyiyên li Cizîrê Mamo yê ku navê wî yê rast Mustafa Duymak e, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, ji nîşangirên PKKê her wiha berpirsyarên PKKê Mixtar, Amara û Roza û ji 100an zêdetir birîndar hebûn. Xeynî vê yekê eskerê ku 4 meh berê ji teref PKKyiyan ve hatibû revandin û parêzerê qeymeqamê Cicîrê Ayhan Kaya, 4 Almanî, 2 Ûrisî û 2 jî Sirpî yên ku nîşangir bûn hebûn.
Tê idîa kirin ku Mamo miriye, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç îtîrafkar e, aqîbeta Amara û Mixtar jî nayê zanîn
Tê diyarkirin ku di encama sergirtina li wan bodruman de Mamo hatiye kuştin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunçê ku birîndar bû û her wiha tê idîa kirin ku îtirafkar bû teslîm bûye. Tê idîakirin ku Amara di nav wan kesên ku hatine girtî ne de ye. Aqîbeta Mixtar jî anyê zanîn.
Kûçe bi kûçe tedbîrên ewlehiyê tên girtin
Li Cizîrê tê dîtin ku niha kûçe bi kûçe tedbîra ewlehiyê tê girtin. Di Taxa Şaha ku li hemberê taxên Cudî û Surê de ne gelek leşker û polês hatine bicî kirin.
Piştî ku li qata zemînê operasyon hat lidarxistin dawî li pevçûnên di navçeyê de hat
Piştî ku 7 Sibatê operasyon li badrumên di kolanên Bostanci û Bayezitê hatkirin de hat ragihandin ku di Kolana Narîna girêdayê Taxa Surê ye de jî PKKyî hene. Dûvre piştî sergirtina 11ê Sibatê ya ku li wê bodrumê hat kirin PKKyiyên di bodrumê de hatin kuştin. Piştî ku ev operasyon çêbûn di navçeyê de dawî li pevçûnan hat.
Ji 100 kesên ku di qata zemînê de hatin kuştin 3yê wê biyanî bûn
Tê idîa kirin ku piştî ku operasyon li bodruman hatine kirin heta niha ji 100 kesan zêdetir cesed birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û hêj jî tê idîa kirin ku di nav bodruman de cesed hene. Her wiha ji 100 kesên ku di qata zemînê de hatin kuştin 3yê wê biyanî ne. Di operasyonên ku li PKKê hatine kirin de yekê Sirpî hat kuştin yek jî birîndar bû.
Ji bajarên hawîrdor ji 150 kesan zêdetir xwendekarên zanîngehê beşdarê van pevçûnan bûn
Tê zanîn ku beriya qedexeyê ji bo Cizîrê ji Wan, Êlih û Amedê nêzê 150 xwendekarên zanîngehê di wan taxên ku berîqet hatine sazkirin û kort hatine vedan ji teref PKKê ve hatine bicî kirin. Her wiha tê zanîn ji wan 100 kesên ku mirine de 80 kesên wî xwendekarên zanîngehê ne. Hat ragihandin komek xwendekarên zanîngehê jî di wan rojên dawî de dema ku hewl didan birevîn di noqteya kontrolê de hatine binçav kirin.
Di van taxên ku pevçûn hebûn de qereqolên nû tên sazkirin
Piştî ku operasyon li taxên Cudî û Surê li wan bodruman hatin kirin dest bi rakirina berîqat û tîje kirina kortan hat kirin. Bi taybet di van her du taxan de qereqolên nû tên saz kirin.
23 sivîlên ku di nav wan de dergûş, pîrek û kal û pîr hebûn jiyana xwe ji dest dan
Di taxên Cudî, Nûr, Sur û Yafesî de heta niha dergûşa 3 mehî yê ku navê wî Mîray Înce bû, Selahattîn Bozkortî 70 salî û estengdarê bi navê Haci Tongut bi tevahî 23 siwîl jiyana xwe ji dest dan. Dehan kes jî birîndar bûn.
44 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bûn
Ji 14ê Berfanbara 2015an heta niha di navçeyê de nêzê 44 hezar xwendekar ji ber qedexeya derketina derve û pevçûnan nekarîn biçin dibistanê. Gelek xwendekar ji bo ku vê perwerdehiyê telafî bikin çûn bajarên din.
Heta niha hezar û 235 bombe hatiye îmha kirin
Hat ragihandin ku ji 14ê Berfanbara 2015an heta niha di navçeyê de hezar û 235 bombe hatiye îmha kirin. 678 berîqet hatine rakirin û 242 çal jî hatine girtin. Her wiha di gelemperî navçeyê de li 16 hezar malan jî lêgerîn hatiye kirin.
Ji ber pevçûn û qedexeyê Cizîr êdî aciz bûye. Bajarê Melayê Cezîrî yê navdar niha bê per û bask e. (İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.