Li Cizîrê qeza: 2 birîndar

Li Cizîrê qeza: 2 birîndar

Li navçeya Cizîra Şirnexê du tir li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Qeza, li Çarrêya Sîteya Senayî ya Biçûk a Cizîrê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira bi plaqeya 33 ELC 85 ya ku di bin îdareya A.U. de bû, li Çarrêya Sîteya Senayî ya Biçûk li tira bi plaqeya 33 NFU 37 ya ku di bin îdareya Î.A. de bû xist.

Hat îfadekirin ku di qezayê de herdu tir jî zerarek mezin dîtin û şofêrê tira plaqeya 33 ELC 85 A.U. di nav tirê de asê ma. Şofêrê tira plaqeya 33 NFU 37 Î.A. jî bi sivikî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji hêrêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.