Li Cizîrê xebatên xerakirinê dest pê kirin

Li Cizîrê xebatên xerakirinê dest pê kirin

ŞERNEX - Li navçeya Cizîra Şernexê ya ku qedexe qismen lê hatiye rakirin malên ku di pevçûnan de zirar dîtibûn tên xerakirin.

Li navçê  ji ber pevçûnên ku rû dan  û teqemeniyên ku teqiyan gelek mal zirar dîtin û tehrîb bûn.Exlebeya pevçûnan li Taxa Sûrê û her wiha di navbera Kolanên Ebûlîz û Bostanciyê pêk hatin.Gelek mal ji ber van pevçûn û teqînan zirareke mezin dîtin. Li navçê xebatên xerakirinê ên van malên ku zirar dîtine dest pê kir.

Mal bi mekineyên kar ên giran tên xerakirin û ji teref qemyonan ve jî hafriyata van malan tên kişandin. Li cihê ku xebatên xerakirinê tên kirin polês tedbîrên ewlehiyê standine.(ÎLKHA)

 










 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.