Li Colemêrg û Semsûnê 265 kîlogram maddeyên hişber hatin desteserkirin
Di operasyonên ku ekîbên cendirmeyan li Colemêrg û Semsûnê li dijî bazirganiya maddeyên hişber kirin de, 265 kîlo skunk hat desteserkirin û ji 4 şikdarên ku hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Daîreya Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, bi hevkariya Serdozgerên Giştî yên Colemêrg û Bafrayê, operasyonek li dijî firotina narkotîkê lidar xist.
Di encama lêkolînên ku ji hêla Fermandariyên Cendermeyan ên Bajarê Colemêrg, Wan û Semsûnê ve hatine kirin de operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de, li Colemêrg 127 kîlo û li Semsûnê 138 kîlo bi tevahî 265 kîlo skunk hat desteserkirin.
Di operasyonan de çar şikdar hatin girtin. Sê ji şikdaran ji teref dadgeha ku ew sewqî dadgehê hatibûn kirin ve hatin girtin û ji bo şikdarekî jî tedbîrên kontrola edlî hatin sepandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.