Li Colemêrgê mînîbûsa koçberên neqanûnî qeza kir: 24 birîndar
Li Colemêrgê, mînîbûseke ku koçberên neqanûnî tê de ket nav gelîyê, di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn.
Qeza, şevê li ser rêya ber bi gundê Akbulut ê li navenda bajêr qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsek ku koçberên neqanûnî hildigirt ji rê derket û kete xendekê.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, AFAD, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.
24 welatiyên biyanî yên birîndar piştî tedawîyên ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê re hatin rakirin. Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, rewşa tenduristiya birîndaran baş e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.