Li Colemêrgê wesayîta leşkerî qulibî: 17 birîndar
Li Şemzînana navçeya Colemêrgê wesayîteke leşkerîyê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat 17 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Derecîka Şemzînana Colemêrgê wesayîteke leşkerîyê ya ku parêzvanên ewlehîyê hebûn qeza kir. Di encama qezayê de 17 parêzvanên ewlehîyê birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.