Li Çolîgê Fealîyetên Alîkariyê
Komela Merhamet Elîyê ya Çolîgê, di heqê fealîyetên tebaxê de raporek weşand. Komelê alîkarîya 137 malbatên feqîr û mexdûr kir.
Komela Merhamet Elîyê ya Çolîgê, bi xizmetên xwe yên xêrê tê naskirin. Komelê di heqê fealiyetên meha tebaxê de raporek weşand.
Endamê heyeta îdarî ya komelê Îlhamî Demîr, di heqê xebatên xwe de beyanat da. Demîr da zanîn ku di meha tebaxê de alîkariya 137 malbatên feqîr û muxtac kirine.
Her wiha îfade kir ku wê xebatên wan ên alîkariyê dewam bikin, ji lew ji bo alîkariyê gazî xêrxwazan kir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.