Li Denîzlîyê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Denîzlîyê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Denîzlîyê otomobîla ku 6 kes di nav de bûn û ji kontrolê derket ket golê, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest danû kesek jî birîndar bû.

Hat ragihandin li Denîzlîyê otomobîla ku 6 kes di nav de bûn û ji kontrolê derket li Taxa SAriabata navçeya Tavasê ket golê, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan  û kesek jî birîndar bû.

Piştî ku otomobîl ket golê kesekî bi navê Muharrem Çînelî bi hewildanên xwe ji otomobîlê derket û sax xelas bû, lê her 5 kesên din ên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re yekîneyên rizgarkirinê hatin cihê bûyerê û wesayît bi vîncê ji golê hat derxistin. Emîn Çotul, Mehmet Bayraktar, Ugur Hepgul, Suleyman Tahancalioglu û Kamil Kocamanoglu di otomobîlê de wek mirî hatin dîtin.

Cenazeyên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkalê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.