Li Derbekaran Desteka Petrolê
Welatên Xalîçê ji bo îdara cûntaya Misrê li ser pîya bihêlên, seferber bûne. Yekîtiya Emîrtiyên Ereb, bi îdara cûntaya Misrê re, bi qasî 9 milyar dolarî peymana petrolê îmze kir.
Welatên Xaliçê yên ereb, dixwazin îdara cûntaya Misrê li ser pîya bihêlin. Ji lew seferber bûne. Wezareta Petrolê ya Misrê beyan kir ku di navbera Saziya Petrolê ya Misrê û Şîrketa Petrolê ya Mîllî ya Ebû Dabîyê de lihevkirin pêk hatiye. Ew ê Misir bi vê peymanê qismeke pêdivîya xwe ya petrolê ya salekê peyde bike.
Yekîtîya Emîrtîyên Ereb ji 3ê Temûza 2013an a ku Muhemmed Mûrsî bi derbeya leşkerî ji wezîfeyê hatiye xistin û heta niha, di nav dewletên ku destekê didin cûntaya Misrê de di rêza ewil de ye.
Li Misrê pey derbeyê, qirîza ekonomîk qewimî. Îdara Sîsîyê zalim û zelîl dixwaze bi desteka Siûdî Erebistan û Yekîtîya Emîrtiyên Ereb li ber qirîzê bisekine. Ji ber vê qirîzê, destekên dewletê yên di sehayên cûda de li xelkê dihatin kirin, hatibûn betalkirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.