Li Dêrika Mêrdînê kabîna tira ku li bariyeran xist, agir pê ket

Li Dêrika Mêrdînê kabîna tira ku li bariyeran xist, agir pê ket

Li navçeya Dêrika Mêrdînê, kabîna tankereke (tir) ku ji kontrolê derket û li bariyeran xist, agir girt. Bi destwerdana tîman agir hat vemirandin, lê belê wesayît êdî nayê bikaranîn.

Bûyer, derdora saet 11.00an de li nêzîkî gundê Qesra Serçixanê (Atlı) yê ser bi navçeya Dêrikê ve pêk hat. Tankera (tir) ku nasnameya ajovan û plakaya wê hêj nehatine hînkirin, ji kontrolê derket û li bariyerên hesinî xist.

Bi bandora lihevxistinê, di beşa kabîna tirê de agir derket. Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê, tîmên îtfaiye û cendermeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Bi destwerdana tîmên îtfaiyeyê agir hat kontrolkirin. Piştî şewatê kabîna tirê êdî nehat bikaranîn û di wesayîtê de zirarên mezin ên madî çêbûn. Têkildarî qezayê lêkolîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.