Li Dêrikê di navbera du koman de şerê çekdarî: 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Şer, di derdorê saet 12.30an de li Taxa Kuşçu ya navçeyê qewimî.
Li gorî agahîyan di navbera du koman de bi nîqaş derket û di demeke kurt de ew nîqaş bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re vegerîya. Di encama şerê çekdarî de Ş.K. (37) R.K. (60) B.D. (23) M.D. (27) û Z.D. (48) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê re hatin rakirin.
Derheqê şerê çekdarî de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.