Li Dêrikê, wesayît li qamyonê xist: 1 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di encama lihevketina wesayîtekê û qamyonetekê de kesek mir û du kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Dêrik-Wêranşarê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta bi plaqeya 06 DY 4128 dema ku di quncikekê de derbas dibû kontrola xwe winda kir û li qamyonetek ku li benzînxaneyekê parqkirî bû qelibî.
Di qezayê de şofêrê wesayîtê A.Y. canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn, hat îfadekirin ku rewşa birîndarekî giran e.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîb ên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristîyê tespît kirin ku şofêr A.Y. miriye. Piştî midexeleya ewil jî mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.