Li Egilê çilêya otoparkê: Ziyarêtkar cezayê dixwin, esnaf muşteriyan winda dikin

Li Egilê çilêya otoparkê: Ziyarêtkar cezayê dixwin, esnaf muşteriyan winda dikin

Serokê Navçeya Egilê ê HÜDA PARê Zülküf Yıldırım diyar kir ku ji ber kêmbûna otoparkê li Egilê ziyaretker cezayên trafîkê dixwin û esnaf jî muşteriyan winda dikin; Yıldırım bal kişand ser pirsgirêkê û xwest ku ev tişt bi lezgînî bê çareserkirin.

Li navçeya Egilê ya Diyarbekirê ku bi nasnameya xwe ya manewî û dîrokî tê nasîn, tûrîstên xwecihî û biyanî yên ku di çarçoveya turîzma baweriyê de serdana navçeyê dikin û niştecihên herêmê, ji bo parkkirina wesayîtên xwe cih nabînin. Ew ajokarên ku ji bo demek berdest û kurt jî wesayîtên xwe park dikin, piraniya caran bi cezayên trafîkê re rû bi rû dimînin.

Serokê Navçeya Egilê ê HÜDA PARê Zülküf Yıldırım diyar kir ku pirsgirêka otoparkê ya ku li navçeya Egilê tê jiyîn hem ziyaretkeran hem jî esnafan mexdûr dike. Yıldırım anî ziman ku bi hezaran kesên ku tên navçeyê ji bo hiştina wesayîtên xwe cih nabînin û banga çêkirina otoparkeke bi kapasîteya têrker kir.

Zülküf Yıldırım

Yıldırım bi bîr xist ku Egil mazûvaniya ziyaretkerên ji çar aliyên Tirkiyeyê dike, lê belê ji ber pirsgirêka otoparkê ziyaretker mexdûriyeteke mezin dijîn û kesên ku herî zêde ji vê pirsgirêkê bandor dibin jî esnafên navçeyê ne; Yıldırım diyar kir ku divê meqamên peywendîdar ji bo pirsgirêka otoparkê ya di navçeyê de di zûtirîn dem de çareseriyekê peyda bikin.

"Hewcedariya navçeyê bi otoparkeke bi kapasîteya têrker heye"

Yıldırım tekez kir ku navçeya me Egil bajarekî qadîm e û wiha got: "Li gorî reqamên fermî di cejna borî de 48 hezar wesayît ketine navçeyê. Wekî ku tê dîtin rêyên me gelekî teng in. Li vir ji bilî du pêxamberan gelek kesên salih jî veşartî/metfûn in. Ziyarêtkar ji bo ku serdana navçeyê bikin, cihanên dîrokî bigerin û atmosfera manewî hilmijînin ji Diyarbekirê û ji çar aliyên Tirkiyeyê tên vir. Lê belê di vê navberê de ji ber pirsgirêka otoparkê mexdûriyeteke mezin dijîn. Belkî dixwazin di qehvexaneyekê de rûnên û çayekê vexwin, lê ji ber ku cihê hiştina wesayîtên xwe nabînin di demeke kurt de dikarin cezayê dixwin. Bihesibînin, kesek bi qasî 5 hezar lîreyî mesref dike û tê vir, di demekê de ku wê tevkariyê bide navçeyê, bi cezayê trafîkê ê 5 hezar lîreyî re jî rû bi rû dimîne. Em gelek caran bûn şahidê vê yekê. Divê ev pirsgirêk bi lezgînî bê çareserkirin. Hewcedariya navçeyê bi otoparkeke bi kapasîteya têrker heye."

"Pirsgirêka otoparkê êdî veguheriye eziyetê"

Yıldırım destnîşan kir ku ne tenê ziyaretker, esnafên navçeyê jî ji pirsgirêka otoparkê neyînî bandor dibin û ev tişt anîn ziman:

"Esnaf jî ji vê rewşê neyînî bandor dibe. Welatî ji bo çayekê vexwe tê lê nikare bi rihetî rûne. Belkî wê sê çayan vexwe, lê çayekê vedixwe û radibe. An jî ji bo mangalê di demekê de ku wê 2 kîlo goşt bikire, bi tirsa cezayê bêyî ku danûstendinê bike derdikeve diçe. Ev yek jî rasterast bandoreke neyînî li ser bazirganiya esnafên navçeyê dike. Ji aliyê din ve esnaf jî di daxistina û barkirina kelûpelên dikanên xwe de zehmetiyê dikişînin. Welatiyan bi derfetên xwe hewl dane ku çareseriyê peyda bikin. Li ber deriyê gelek kargehên ku firoşkarên topyekûn berê xwe didinê dubayî hatine bişaftin/bi cih kirin. Ji ber ku kamyon wê bê, bi dubayiyan cih tê girtin. Ev rewş jî qerebalixiya trafîkê û tengasiyê hîn zêdetir dike. Kamyon dema ku nîv saetî li wê derê dimîne, wesayîtên ji jêr ve tên neçar dimînin ku bisekrawin. Dengê kornayan li navçeyê dibe sedema aciziyeke cidî."

Yıldırım di dawiya axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: "Bi kurtasî ev girêkek mezin a pirsgirêkan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka otoparkê me bi rayedaran re axivî bê ka qadaye giştî yan jî cihekî guncav heye yan نا. Heta ku em dizanin xebatek hat destpêkirin û terxankirina yek-du qadan hat rojevê. Lê belê pêvajo her ku diçe dirêj dibe. Êdî ev rewş veguheriye eziyetê. Divê pirsgirêka otoparkê bi lezgînî bê çareserkirin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.