Li dijî mewzîyên IŞÎDê bombebarandina 2yemîn a hewayî dest pê kir

Li dijî mewzîyên IŞÎDê bombebarandina 2yemîn a hewayî dest pê kir

Jetên şer yên ku ji Diyarbekirê rabûn li dijî mewzîyên IŞÎDê yên li Sûriyê bombebarandineke nû ya hewayî dane destpêkirin.

Piştî bomberandina hewayî ya ku li IŞÎDê hatibû kirin re îşev di derdora seat 23.00an de operasyoneke nû ya bombebaranê  hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku F-16yên ku îşev ji Diyarbekirê rabûnê derbasî sînora Sûriyê bûne  û mewzîyên IŞÎDê bombebaran kirine.

Hat ragihandin ku nêzî 20 F-16 beşdarî vê operasyona hewayî bûne û tê îddîa kirin ku hinek ji van jetan ji Meletîyê rabûne û beşdarî operasyonê bûne.

Hat hînbûn ku operasyonên hewayî hê jî didomin.

Her wiha hat diyarkirin ku di heman demê de operasyona hewayî li  kampên PKKê yên Qendîlê jî hatiye kirin.

Di derbarê van xeberan de hê jî  ji teref tu çavkanîyên fermî daxuyanî nehatîye dayîn.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.